Sîxurê MÎT’ê: Di bin gefa çekê de Jinên Kurd hatin revandin û tecawîzkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Pergala ewlehî ya herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama xebateke istîxbaratî ya xurt de, yek ji xetertirîn sûcdarên beşdarî binpêkirin û sûcên ku li Efrînê hatine kirin bûye, girt.

Îbrahîm Beşar Diwêka yê bi eslê xwe Kurd e, sîxuriya MÎT’a Tirk dikir. Bi taybet piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, sîxur Diwêka li gelek herêmên kantonê xebat kir, bi taybet jî navçeyên Cindirês û Racoyê.

JI FIROŞKARIYA HIŞBIRÊ BER BI SÎXURIYÊ VE

Îbrahîm Beşar Diwêka (20) di dema êrişên li ser kantona Efrînê de, bi tenê di mala xwe ya li navçeya Racoyê de ma. Piştî ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî bajarok bûn, Îbrahîm Beşar Diwêka û cîranê wî Mihemed Ednan hişbir û vexwarinên bi alkol difirotin çeteyan. Dûvre bû çavkaniyê sereke yê firotina wan madeyan. Lê malbata Diwêka li herêma Şehbayê ye.

Çeteyên Hemzat ên girêdayî qaşo “Artêşa Nîştimanî” xebata sîxuriyê li ser zarokên malbatên welatparêz ên di hundirê Efrînê ferz dikin. Yek ji wan jî Diwêka bû. Piştre Diwêka di wê demê de wek rêçberê wan xebitî. Lê piştî mehekê ji bo li gel serçeteyê koma Hemzat “Ebas” bimîne hat erkdarkirin.

Diwêka dibêje: “Ebas û MÎT’a Tirk di şerê li Efrînê de ji min xwestin ku hin nuqteyên şervanên QSD’ê ji tonel, nuqteyên di nava daristanên nêzî Efrîn, bajarokê Cindirês û gundê Qude, ji wan re eşkere bikim. Ji ber min herêm baş nasdikir, min xwesteka wan pêk anî. Piştre ew herêmên ku min ji wan re xuya kirin hatin bombebarankirin, di encamê de gelek şervan şehîd bûn.”

PERWERDEYÊN ISTÎXBARATÎ Û LEŞKERÎ LI BAREGEHA DEWLETA TIRK DÎT

Sîxur Diwêka got: “Fermandarekî MÎT’a Tirk ê bi navê Camp ji min xwest ku derbasî baregeheke li hundirê Tirkiyê bibim. Di wir de perwerdeyên leşkerî û istîxbaratî bibînim. Ez û 15 ciwanên Ereb derbasî Tirkiyê bûn, ji bo 25 rojan perwerdeyê bibînin.”

DI BIN GEFA ÇEKÊ DE JINÊN KURD HATIN REVANDIN Û TECAWÎZKIRIN

Çeteyan çeka takakesî, bombeyên destan, qilêş û telefûneke dan Îbrahîm Beşar Diwêka  û li gel Ebas ma û erkên xwe yên piştî dagirkirina Efrînê, li hundirê Efrînê pêk anîn.

Îbrahîm Beşar Diwêka wiha domand: “Ji min hat xwestin ku ez û komeke çete biçin jin û zarokên Kurd ji navçe û gundan birevînin. Me ew xwestek pêk dianî. Di her rojekê de di bin gefa çekê de hin caran, 20, 40 an jî 50 jin û zarok direvandin. Di dema me dianîn baregehan de, ew jî li ser çeteyan dihatin belavkirin. Çeteyan ew tecawiz dikirin. Ez jî yek ji wan bûm, min nêzî 20 jinên ciwan ên Kurd tecawiz kirine.”

LI NÊZÎ ÇEMÊ REŞ ÎNFAZKIRINA SIVÎLÊN KURD

Sîxur Diwêka axaftina xwe wiha domand: “Me sivîlên Kurd kuştin û me cenazeyên wan avêtin çemê li ser sînorê sûrî-tirkî. Komên girêdayî dewleta Tirk bi şêweyekî mezin kal, mêr û ciwan direvandin, hin ji wan revandiyan me dibire ber çemê Ava Reş û dikuştin. Heta min bi tena xwe nêzî 20 kes di demên cuda de kuştine û cenazeyên wan jî avêtine avê.”

PIŞTÎ DIWÊKA ÇEMÊ FIRATÊ DERBAS DIKE, HÊZÊN EWLEHIYA HUNDIRÎN WÎ DIGIRE

Îbrahîm Beşar Diwêka perwerdeya duyemîn di 2019’an de li baregehek dewleta Tirk dît. Her wiha jê hat xwestin ku çemê Firatê derbas bike û têkeve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, agahiyên li ser baregehên QSD’ê, civîn, çalakî û nuqteyên ewlehiyê bide. Piştre pergala istîxbaratê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê di çalakiyeke istîxbaratî ya xurt de Îbrahîm Beşar Diwêka girt.

Çavkanî: ANHA