Balafirên sîxûrî yê dewleta tirk a dagirker bênavber li ser Silêmanî difire

SILÊMANÎ – Du roje balafirên sîxûrî ku tê texmînkirin ya dewleta tirk a dagirker e, li ser ezmanên bajarê Silêmanî û derdora wê difire.

Artêşa Tirk a dagirker, ne tenê li herêmên gundewar û çiyayî, balafirên xwe yên sîxûrî êdî bênavber li ser bajarên Başûrê Kurdistanê jî difirînin.

Di van kêliyên amadekirina nûçeyê de balafireke sîxûrî ku tê texmîn kirin ya dewleta Tirk a dagirker e li ser ezmanê Silêmanî difire.

Duh jî balafira sîxûrî li ser Silêmanî firîbû.

Heya niha dewleta Tirk a dagirker 4 êrîş bi balafirên şer û balafirên sîxûrî yên biçek li dijî bajarê Silêmanî û derdora wê pêkaniye.