Li qontarên Çiyayê Qendîlê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

QENDÎL – Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Çalakî ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ve hate organîzekirin.

Daxuyaniya çapemeniyê li şehîdgeha Qendîlê ji aliyê Viyar Argeş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Pêngava 15’ê Tebaxê derbeke mezin li zîhniyeta faşîst xist.

Piştî serdana şehîdgehê, li gundê Bokristanê pîrozbahî hate lidarxistin, govend hate gerandin û fîşekên hewayî hatin teqandin.