TAYBET – Gerîllayê HPG’ê Agir Dilgeş: “Kesê ku bi navê dagirkeriyê lingê xwe bavêje axa Kurdistanê, wê hesab jê were xwestin”

Dijmin ji sala 2019’an ve di Heftanîn de operasyonek mezin li darxistiye, lê di vê operasyonê de leşker û artêşa tirk tevî hemû teknîkên giran, nekarîn tekoşîna berxwedanê ya rêhevalên me bisekinînin. Li her Çiyayê ku ketinê de derbên mezin ji Gerîllayên azadiyê girtine. Gerîllayê azadiyê vê hêzê ji gelê Kurd re digire. Tiştek tune ku Gerîlla winda bike. Tenê yek armanca Gerîlla heye, azadiya Ziman û Çanda gelê xwe ye. Gerîllayên azadiyê ji bo Gelê xwe, ji bo Rêbertiya xwe şer dike. Hêviya me ji Gel û Ciwanên me Serhildanê pêk bînin. Ew van êrîşên dijmin qebûl nakin.

Gerîllayên azadiyê di nav Heftanîn de artêşa dagirker a Tirk tevî hemû teknîkan, di nav tekoşînek mezin de ye, û divê gelê Kurd vê yekê baş bizanibe ku ev têkoşîn ji bo azadiya gelê Kurd tê dayîn, ji ber vê yekê gelek êrîşên dijmin ji bo têkbirina Gelê Kurd e û divê Gelê Kurd û Ciwan vê yekê baş bizanibe. Divê gel li pişt Gerîlla be, divê Ciwan beşdarî Gerîlla bibe, cihê xwe di şerê Heftanîn de bigire. Gelê Kurd divê Gerîlla temam bike.

Divê Gel û Gerîla bibin yek, da ku karibin faşîzmê hilweşînin, Ciwanên Kurd jî dikarin li bajêr jî rola xwe bilîzin, ew dikarin aboriya faşîzmê ji hundir hilweşînin, ew dikarin alavên faşîzmê bişewitînin, bila Gelê Kurd û Ciwanên Kurd rabin û faşîzmê nîşan bidin ku Gelê Kurd ne mirî ye û ew li ser piyaye.

Di navbera êrîşa Heftanîn û êrîşên berê de çi cudahî heye? ٍٍSerkeftinê ya şêwaza Gerîla ya nûjen çi ye?

Artêşa Tirk di dîroka xwe de operasyona herî mezin pêk tîne li heftanînê. Sedema yekem; felsefeya azadiyê ye du Dixwaze ku gelê Kurd têk bibe. Ew ne tenê ji bo ku PKK’ê bi dawî bîne êrîş dike, ew êrîşê li ser tevahiya Gelê Kurd dike û êrîş dike ser çar parçeyên Kurdistanê. Îro êrîşî Heftanînê, sibê Zap’ê, Zagrosê û Xakurkê dike. Faşîzm di her alî de êrîş dike. Dibe ku ev Îdeolojî, Felsefeyek faşîzmê bê. Lê gelo kengî Felsefeyek ku li ser tunekirina mirovahiyê biser ketiye? lê Gerîla xwedî bîrdozî, felsefe û baweriyek xurt e. Felsefeyek ku bingeha başkirina mirovahiyê ye. Û bi vê bawerî, bîrdozî û felsefe, em berxwedanê bilind dikin û vê berxwedanê ji bo azadiya Gelê Kurd û ji bo hemû gelan bilind dikin. Hejmara piçûk, lê giringiya kalîteyê, afirîneriyê li ser bingeha şêweyeke ku li ser bawerî û jiyanek bihêztir tê esas girtin.

Armanc hilweşandine, lê dîsa jî ji bo ku bi rihê herî mezin bijîn li ber xwe bidin û şer bikin. Bi sedan leşker di Heftanînê hatin kuştin, lê artêşa Tirkiyê vê yekê di medyayê de nîşan nade û xwe vedişêre, dibêje ku di Heftanîn de Gerîlla nemaye, û bi vî rengî Şerekî psîkolojîk dimeşîne. Lê vîdeyoya ku ji hêla GerîllabTV ve hatî weşandin zirarên TC nîşan dide. Ji me re xuya dike ku dîmenên GerîllayêTV hin zirarên dijmin dide nîşandan.

Em difikirin ku dijwar e ku her çalakiyeke were tomar kirin. Hûn dikarin li ser vê çi bêjin?

GerîllaTV dîmenê gelek xwepêşandanan weşand lê bi tu awayî dewleta faşîst a Tirk ev yek li ser çapameniyê nîşan neda. Ew dixwaze xapandina gelê Kurd û Tirk bi wan bide xuyandin mîna ku di Heftanîn de serfiraz bûye, lê divê gelê me nekeve van lîstokan.

Çima navê bi sedan kontraya û cesedê wan dide lê çima navê leşkerê xwe nade?

Artêşa Tirkiyê bi dilxweşî şerê li ser sînor didomîne ji ber ku ew tenê dikarin li wir cesedan veşêrin. Leşkerên Tirk her roj tirs û psîkolojiya mirinê jiyan dike û gava ku wan cesedên eskerên li pişt wan didît ew diqîrîyan û digirîyan. Faşîzma Tirk bi hezar salane êrîşî dîrok, ziman û çanda Kurdî dike, lê niha dorê me, ji xwe ew bê teknîk nikare gavekê bavêje. Leşkerê Tirk li ser Çiyayan wenda dibin û av tineye ku vexwin.

Me li ser pişta xwe av kişand ser van çiyayan, Ka wê leşkerê tirk çawa xwe bigre li ser van Çiya. Kobra nikare her roj avê bikşîne gava ku tîne ji xwe Gerîlla lêdixe. Erzak tîne Gerîlla lê dixe. Zirarên xwe çi qasî bixwaze veşêre bila veşêre, ew xwe dixapîne. Di vî şerî de muhattabê tenê serokatiye. Heta ku ew harin ber piyê Serok emê şer bikin. Em dev ji şer bernadin. Balafirên keşfê bi berdewamî li derdorê difirin da ku pêşî li çalakiyên rêhevalan bigirin, lê şêwaz û taktîkên Gerîla vê teknîkê vala derdixe.

Ji bo Ciwanên Kurd ên ku leşkertiya Tirk dikin, hûn ji bo wan dibêjin çi?

Dijmin îro ji bo yek tiştê êrîşî dike; Ew dixwaze Gelê Kurd tine bike. Hevkar û Kontra bila vê baş bizanibun ku wê dora wan jî were. Her kesê ku di vê operasyonê de cî girtîye wê Dora wan were. Di vê dagirkeriyê de yêk û cî girtine û ixanet kirine em tu carî ji bîr nakin. Ez ji xortên ku çûne leşkeriyê re dibêjim; Qet nebin kujerê bira, heval, û dostê xwe. Gerîlla her kesê ku bi navê dagirkerî piyê xwe bavije xaka Kurdistanê, wê tolê bistîne.

Bê guman wê hesab were pirsîn. Bila kes jibîr neke. Her kesê ku diçe leşkeriya dewleta Tirk bike, we dişînin ji bo ku win bikujin we dişînin çiyayên me. Kurdên ku dijminatiyê dikin, yên ku xwe firotine, ew kesên cerdevanin, dibê meriv li rastiyên xwe vegere. Bila ew çekê li zarokên xwe dirêj nekin û Ciwanên Kurd li her deverê divê tevlî nav Gerîla bibin û li metrepolan de çalakiyên xurt pêk bînin. Roj roja tolhildanê ye, roja azadkirina Gelê me û Serokatiya me ye.

Laleş Rênas