Li Silêmaniyê Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin 

SİLÊMANİYÊ – Bi boneya 36’emîn salvegera Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê, li Silêmaniyê pîrozbahiyek girseyî bi dirûşmeya ‘Bi ruhê 15’ê Tebaxê wê berxwedana Heftanînê biserkeve’ hate lidarxistin.

Di saetên êvarê de li Sekoy Azadî ya li Parka Azadî ya Silêmaniyê, ji aliyê Rêkxirawa Niwêger ve bi boneya 36’emîn salvegera Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê, pîrozbahiyek girseyî hate lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de hejmarek zêde ya welatiyên ji bajar û navçeyên cûda yên Herêma Kurdistanê hatibûn amade bûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpêkir.

Piştre peyama Komîteya Rêveber a PKK’ê ji aliyê Erdal Kobanî ve hate xwendin. Di peyamê de hate gotin, “Encama şerê şoreşgerî û azadiyê liber çave ku 36 sale bê rawestan li Kurdistanê berdewam dike. Vê berxwedaniyê rastiya Kurdistanê û cihanê zelal kiriye. Rastiya rêberek afirand ku rê li pêşiya gelên bindest û bi taybetî jinan vekir. Pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê şoreşa jiyana netewî afirand. Şoreşa azadiya jinê avakir. Cihê niha yê  Kurdan li Başûr afirand. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê avakir ku bûye hêviya mirovahiyê.

Piştre ji aliyê hunermend Mihmed Necim û Luqman Selîm ve stran hatin gotin û komên govendê derketin ser dîkê.

Her wiha di pîrozbahiyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şirîn Elemhulî û Şehîd Diyar Xerîb hatin nasandin.