Li Geverê nêzî baregeha dagirkeran zarokek bi amûrekî birîndar bû

COLEMÊRG – Zarokê 12 salî Yûsûf Akin ê ku li gundê Wargenima girêdayî navçeye Gever a Colemêrgê dijî, di encama amûra teqemenî ya di destê wî de teqiyayî de bi giranî birîndar bû. Akin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hevserokê HDP’ê yê navçeya Geverê Abdulkerîm Akdogan li ser mijarê anî ziman ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane despêkirin. Akdogan da diyar kirin ku wê li ser mijarê piştre bi berfirehî daxuyaniyekê bidin.